Îsraîlê 6 caran bajarokê Kiswê bombebaran kir

Îsraîlê çiyayê El Mani yê dora bajarokê Kiswê yê başûrê Şamê 6 caran bombebaran kir. Di encamê de hejmarek ji çekdarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê hatin kuştin û birîndarkirin. Yekîneyên bejahî yên Îsraîlê li herêma nêzî paytexta Sûriyê Şamê operasyoneke bejahî kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Leşkerên Îsraîlê bi balafirên xwe yên leşkerî daketin ser axa Sûriyê.

 

Hêzên Şamê cîhazên guhdarkirin û çavdêrîkirinê yên Îsraîlê dîtin

 

Çavkaniyên Hikûmetê yên Sûriyeyê diyar kirin ku di 26ê tebaxê de, di dema gera meydanî de, ya çekdarên Hikûmeta Veguhêz li nêzî çiyayê El Mani ya li başûrê Şamê, cîhazên guhdarkirin û çavdêrîkirinê yên Îranê dîtin.

Li gorî SANA, dema ku çekdarên Hikûmeta Veguhêz hewl didan bi amûrên çavdêrî û guhdarîkirinê re mijûl bibin, di cih de rastî êrîşeke asmanî ya Îsraîlê hatin, di encamê de hejmarek çekdarên Hikûmeta Veguhêz hatin kuştin û birîndarkirin.

Hate ragihand ku di 24 saetên dawî de, çiyayê El Mani yê dora bajarokê Kiswê yê başûrê Şamê, 6 caran ji aliyê Îsraîlê ve hatiye bombebarankirin.

Di encama êrîşên esmanî yên Îsraîlê de li deverên Metla û çiyayê El Mani ji ber bermahiyên şer, teqîn jî çêbûn.

 

Leşkerên Îsraîlê bi balafiran daketin ser axa Kiswê

 

Li gorî Ajansa France-Presse, çar helîkopterên Îsraîlê bi bilindahiyek nizm li ser herêma Kiswê li gundewarê Şamê firiyan.

Piştî êrîşa duyemîn a di roja çarşemê de jî yekîneyên Îsraîlê bi helîkopteran li herêmê hatin bicihkirin û operasyoneke bejahî kir.

Li gorî ajansa ANHAyê, serokê Hikumeta Veguhêz Ehmed El Şeri li bajarê pêşangahan a Şamê bû dema êrîş pêk hatiye û cihê êrîşê tenê bi 10 kîlometreyan dûrî cihê pêşangehê bû.

 

Yisrael Katz: Hêzên me ji bo parastina Îsraîlê dixebitin

 

Ji aliyê xwe ve jî Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz jî balkişand ser operasyona li Sûriyeyê û got: “Hêzên me ji bo parastina Îsraîlê, bi şev û roj li hemû eniyan dixebitin.”

Baregehên li navçeya Kiswê û çiyayê El Mani beriya hilweşandina rejîma BAAS, ji hêla Îranê ve dihat bikar anîn û ji ber ku du cih leşkerî yên girîng in Îsraîlê bombebaran kir.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24