Li gorî malpera fermî ya WFP`yê, biryar hatiye standin ku alîkarî ji şêniyên Siweyda, Dera û gundewarê Şamê re bê pêşkêşkirin, nemaze ku di encama tundiyê de bi hezaran kes koçber bûne.
Di hefteyên bê de, WFP, dê pakêtên xwarinê yên awarte pêşkêş bike.
Ev pakêt li nêzî 600 hezar kesan li parêzgeha Siweyda û deverên derdorê, dê bêne belavkirin.
Li gor daxuyaniyên berpirsên WFP, ew hewl didin rewş bê kontrolkirin û rewşa mirovî û civakî aloztir nebe.