Ehmed Şera 3 biryarnameyên nû derxist

Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera, 3 biryarnameyên nû di der barê avakirina Kompanyaya Sûriyê ya Madenkarîyê, Kompanyaya Sûriyê ya Elektrîkê û avakirina Sazîya Giştî ya Ava Vexwarin û Avrêjê de, derxist.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê 3 biryarnameyekî nû derxist.

Ev biryarname di derbarê eleketrîk û kampaniyan de ye.

Ehmed Şera biryarnameya hejimara 44 a sala 2026'an derxist, ku tê de biryara avakirina Kompanya Sûrîyê ya Madenkarîyê (SMC) hatiye dayîn.

Ev kompanya xwedî kesayetîya hiqûqî û serxwebûna darayî û îdarî ye, bi wezîrê enerjîyê ve girêdayî ye.

Navenda wê jî peytexta Sûriyê Şamê ye.

Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera biryarnameya hejimara 45 a sala 2026'an derxist, ku tê de biryara avakirina Kompanya Sûrîyê ya Elektrîkê (SEC) hatiye dayîn.

Ev kompanya wê wekî kompanyeke giştî ya wergir (holding) a xwedî taybetmendîyeke aborî û bi temamî milkê dewletê be.

Her wiha kompanya xwedî kesayetîya hiqûqî û serxwebûna darayî û rêveberî ye, bi wezîrê enerjîyê ve girêdayî ye.

Ehmed Şera biryarnameya hejimara 46 a sala 2026'an jî derxist, ku tê de biryara avakirina Sazîya Giştî ya Ava Vexwarin û Avrêjê hatiye dayîn.

Ev sazî jî wê wekî sazîyeke xwedî taybetmendîyeke aborî be, xwedî kesayetîya hiqûqî û serxwebûna darayî û rêveberiyê be, bi wezareta enerjîyê ve girêdayî be.

Di heman demê de naveneda gîştî ya van hemû yan jî Şam e.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye