Hamasê di heman demê de mafê Tehranê yê bersivdayîna êrîşên Amerîka û Îsraîlê piştrast kir.
Ev cara yekem e ku Hamas bi eşkereyî li ser polîtîkayên Îranê şîroveya xwe eşkere dike.
Her çend di dema şer de hevgirtina xwe bi Îranê re nîşan dabe jî, lê ti gefên tolhildanê nexwaribû.
Hemasê got: "Her çiqas tevger mafê Komara Îslamî ya Îranê piştrast dike ku bi hemû rêbazên berdest li gorî norm û qanûnên navneteweyî bersiva vê êrîşê bide jî, em bang li birayên xwe yên li Îranê dikin ku welatên cîran nekin hedef.
Her wiha em bang li hemû welatên herêmê dikin ku ji bo rawestandina vê êrîşê û parastina têkiliyên biratiyê di navbera xwe de hevkariyê bikin."