Waliyê Şirnexê Bîrol Ekîcî, Îdîa kir ku li Şirnexê êdî dar wê neyên birîn û got ku ew ê çavên xwe li kesên ku daran bi qaçaxî dibirin negirin.
Lê rewşa heyî berevajiyê vê yekê ye û di bin çavdêriya leşkeran de, bi destê cerdevanan, bi hinceta ewlehiyê hîna dar têne birîn.
Welatiyekî ji Şirnexê, da xuyakirin ku li herêma di navbera gundê Avîlê yê girêdayî navçeya Dihê ya Sêrtê û gundê Nihikê yê girêdayî navenda Şirnexê de, birîna daran didome.
Heman welatî tekez kir ku wî bi telefona xwe, dîmenên qirkirin û birîna daran kişandiye, lê leşkeran telefona wî desteser kirine û ew dîmen jêbirine.