"Divê şert û mercên ji bo Abdullah Ocalan bên afirand"

Gianfanco Fattorini, diyar kir ku tevlîbûna Rêberê Damezrînêrê PKK'ê ya rasterast ji bo pêvajoyê girîng e, mînakên navneteweyî bi bîr xist û got: "Mînak Nelson Mandela bi rengekî çalak beşdarî pêvajoya aştiyê ya li Efrîkaya Başûr bûbû û ev tevlîbûn rasterast bû."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji bo pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" a ku ji aliyê Rêberê Damezrînêrê PKK'ê ve tê birêvebirin, piştgiriya navneteweyî didomin.

 

Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê Tevgera Hevgirtina Gelan a li Dijî Nijadperestiyê (MRAP) Gianfanco Fattorini, derbarê pêvajoyê de nirxandin kir.

 

Gianfanco Fattorini diyar kir ku pêvajoya ku li Tirkiyeyê tê meşandin ji bo aştiya civakî derfetek girîng e.

 

Ji bo aştiyek mayînde, divê li şûna polîtîkayên ewlehiyê, sedemên bingehîn ên pirsgirêkê werin çareserkirin.

 

Fattorini, anî ziman ku nakokiyên li Tirkiyeyê di serî de ji ber nenaskirina ziman, çand û mafên gelê Kurd in.

 

 

'Li Tirkiyê îradeke bihêz hîn nehatiye raberkirin'

 

 

Gianfanco Fattorini da xuyakirin ku şer encamên giran ên mirovî bi xwe re anîne û got ku pêvajoya aştiyê gaveke erênî ye, lê dewleta Tirkiyê hê jî îradeyeke xurt nîşan nedaye ku berpirsiyariyên xwe qebûl bike.

 

Fattorini got ku tevî nebesî û kêmasiyan jî divê ev pêvajo bê dewam kirin.

 

 

'Divê Abdullah Ocalan rasterast tevlî pêvajoyê bibe’

 

 

Gianfranco Fattorini, diyar kir ku beşdariya rasterast a Rêberê Damezrînêrê PKK'ê Abdullah Ocalan di pêvajoyê de girîng e û rola çalak a Nelson Mandela di pêvajoya aştiyê ya li Efrîkaya Başûr de bi bîr xist.

 

 Fattorini, anî ziman ku divê rayedarên Tirkiyê şert û mercên Rêberê Damezrînêrê PKK'ê ava bikin.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye