Rojane Başûrê Kurdistanê ji ber şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê rastî êrîşên hewayî tê û zirarên mezin dibîne.
Li gorî amarên herî nû, ji destpêka şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ve bi 671 dron û mûşekan êrîş li ser Başûrê Kurdistanê hatiye kirin.
Li gorî şopandinê, di 24 demjimêrên borî de bi 21 dronan êrîşî Başûrê Kurdistanê hatiye kirin.
17 ji wan li Hewlêr û Koye û 4 jî li Silêmaniyê bûn.
Amarên êrîşan ên li gorî parêzgehan
Hewlêr: 533 dron û mûşek
Silêmanî: 111 dron û mûşek
Dihok: 25 dron û mûşek
Helebçe: 2 dron
Kesên ku di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest dane kî ne?
Li gorî amaran, di encama êrîşên ji 28`ê Sibatê û heta niha de, 14 kesan jiyana xwe ji dest dane û 93 kes jî birîndar bûne.
Şeş ji wan Pêşmergeyên Fermandariya Devera Yekê bûn û li Xelîfane ya parêzgeha Hewlêrê jiyana xwe ji dest dan.
Yek ji wan karmendekî Asayîşê bû û li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê jiyana xwe ji dest da.
Şeş ji wan Pêşmergeyan yên partiyên Rojhilatê Kurdistanê bûn. Her wiha 12`ê Adarê, leşkerekî Fransayê jî li Hewlêrê jiyana xwe ji dest da.
Cihên ku li bajarên Başûrê Kurdistanê rastî êrîşan hatine
21 navçe û gundewarên girêdayî Hewlêrê hatine hedefgirtin.
Her wiha li gel Balafirgeha Hewlêrê û derdora wê, Kampa Azadiyê, Çoman, Soran û baregeha Pêşmergeyan jî di nav de 21 navçe û gundewarên Hewlêrê hatine hedefgirtin.
Dîsa jî 15 caran navenda bajarê Silêmaniyê û gundewarên wê hatine bombebarankirin.
Li Dihok û derdora wê jî, 9 cih hatine hedefgirtin.
Di heman demê de, navenda Helebçeyê û Çiyayê Şinruyê bûne hedefa êrîşan.
Hikûmeta Başûr: Ger Îraq li dijî êrîşan bêdeng bimîne, wê helwesta me cuda be
Her wiha Wezareta Pêşmergeyan ragihand ku duh bi şev komên terorîst bi 4 dronan êrîşî Pêşmergeyan kirine.
Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê di der barê êrîşên komên çekdar ên li Îraqê ên li ser baregehên Pêşmergeyan de, daxuyaniyek belav kir.
Wezareta Pêşmergeyan ragihand ku duh bi şev komên terorîst ên ji qanûnê derketî ne, bi rêya 4 dronên bombebarkirî êrîşî baregeheke Hêzên Pêşmergeyan kirine.
Wezaretê da zanîn ku di rojên borî de jî li cihên cuda yên Başûrê Kurdistanê, gelek êrîşên bi vî rengî li ser baregehên Pêşmergeyan hatine kirin.
Li gorî daxuyaniyê, di wan êrîşan de ziyanên canî û madî çêbûne.
Wezaretê ragihand ku êrîş bi eşkereyî û li ber çavên artêş û hêzên ewlehiyê yên Îraqê tên kirin û wiha got:
‘‘Tevî berdewamiya van destdirêjiyan, heta niha Hikûmeta Federal, Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, Fermandariya Operasyonên Hevbeş û saziyên ewlehiyê yên Îraqê ji bo rêlibergirtina van êrîşan, ti helwestek cidî nîşan nedane.
Divê destdirêjî bên rawestandin û tawanbar bên cezakirin.
Eger Hikûmeta Federal a Îraqê bêhelwest bimîne, em ê neçar bibin ku helwesteke cuda nîşan bidin.”