Muqteda El-Sedir banga lidarxistina xwepêşandanan ji gelê Îraqê kir

Muqteda El-Sedir daxwaz ji pêkhate û baweriyên li Îraqê kir ku roja 4 nîsanê li hemû parêzgehên Îraqê li dijî êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê xwepêşandanên girseyî li dar bixin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda El-Sedir, bi peyameke nivîskî banga lidarxistina xwepêşandanan li Îraqê kir.

 

Di peyamê de, Sedir daxwaz ji hemû pêkhate û baweriyên li Îraqê kir ku roja şemiyê ango 4 nîsanê li hemû parêzgehên Îraqê li dijî êrîşên Amerîka û Îsraîlê xwepêşandanên girseyî li dar bixin.

 

Li gorî peyamê, xwepêşandan wê di saet 16:30’ê piştî nîvro de were destpêkirin.

 

Muqteda El-Sedir di peyama xwe de, daxwaz ji xwepêşanderan kir ku xwepêşandan bi rengekî aştiyane û rêxistinkirî werin lidarxistin û tenê ala Îraqê bê hildan.

 

Amerîka û Îsraîlê di 28`ê sibatê de êrîşeke pêşlêger li dijî Îranê dan destpêkirin.

 

Îranê jî di bersivdayîna van êrîşan de, ji wê rojê ve bi mûşek û dronan dest bi êrîşan li ser Îsraîlê û baregehên Amerîkî yên li herêmê kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye