ÎSRAÎL: HÊZÊN ME MÛŞEKA KU JI YEMENÊ HATIYE AVÊTIN ASTENG KIR

Alozî û şerê di navbera artêşa Îsraîl û tevgera Hûsiyan de berderdewam dike. Artêşa Îsraîlê ragihand hêzên wan êrişeke bi mûşek ya ku ji Yemenê hatiye avîtin asteng kir.

reset font size increase font size

Artêşa Îsraîlê li ser hesabê xwe yê platforma X eşkere kir ku îro serê sibê mûşekek ku ji Yemenê ku tê texmînkirin ji aliyê Hûsiyan ve hatiye avîtin asteng kir.

Hate ragihandin ku dema hêzên Îsraîlê mûdaxaleyê mûşekê kirin li hin deverên welêt sîrenên êrîşa hewayî deng dan.

Weke tê zanîn ji dawiya sala 2023an ve û heta niha Hûsî bi mûşekan êrîşî Îsraîlê dikin. Îsraîl jî bi êrîşên hewayî bersivê dide Hûsiyan.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24