Ji dema ku agirbesta li Xezeyê ketiye meriyetê ve, Îsraîl û Hemas bi binpêkirina peymanê hev du tawanbar dikin.
Hemasê duh carekek din pabendbûna xwe ya ji bo cîbicîkirina hemû bendên peymana Xezeyê piştrast kir ku hemû kadroyên wê pabendî peymana agirbestê ne.
Berdevkê Hemasê Hazim Qasim jî, duh got ku bêçekkirina tevgerê mijara nîqaşê ye û destnîşan kir ku divê her gavek di vî warî de bi rêya lihevkirina neteweyî û diyaloga rasteqînî were avêtin.
Hazim Qasim tekez kir ku hêzên Filistînî dikarin nêzîkatiyên hevpar ji bo vê mijarê bibînin û ew ê piştgiriyê bidin her partiyeke ku Xezeyê birêve bibe.
Trump: Em ê derfeteke biçûk bidin hemasê
Ji aliyê xwe ve, Serokê Amerîkayê Donald Trump duh ragihand ku ew ê derfeteke biçûk bide Hemasê, da ku peymana agirbestê ya Xezeyê bi Îsraîlê re bi cih bîne, lê soz da ku ger Hemas vê yekê neke, ew ê wan ji holê rake.
Her wiha Trump got ku ew gelek gavên ji bo parastina agirbestê diavêjin.
Gotinên Trump di demekê de hatin ku nûnerên Amerîkî Steve Witkoff û Jared Kushner li Îsraîlê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu re civiyan.
Li gorî Kanala 12 a Îsraîlê, Witkoff, Kushner û Netanyahu ji bo metersiya li ser peymana Xezeyê hişyar kirin.
Donald Trump roja yekşemê ji rojnamevanan re piştrast kir ku agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de hîn jî di meriyetê de ye.
Trump di hevpeyvîneke televîzyonê de hişyarî da ku eger Hemas çekên xwe wekî ku tê hêvîkirin radest neke, ew ê radest bikin.
Li gorî çavkaniyên Filistînî yên herêmî, roja Yekşemê li Xezeyê di encama topbarana Îsraîlê de ya li ser herêma Cebaliya bakur, kampa penaberan a Nuseyrat li navenda Xezeyê û deverên din, nêzîkî 20 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.