Wezîrê Hêzên Çekdar ên Fransayê Sebastien Lecornu diyar kir ku divê dewletên Ewrûpayê lihev bikin û got: "Em nikarin tevlîbûna Ûkraynayê ya NATO` yê red bikin. Ji ber ev meseleyeke bingehîn e ji bo parastina ewlehiya Ûkranyayê.
Her wiha tekez kir ku ji derveya vê yekê jî, tu garantiyeke din tune ye.
Bi kordîneya navbera Fransa û Amerîkayê, wê sibê bi serok, serokwezîr û berpirsên 30 welatan li Romayê ji bo konferanseke ji nû ve avakirina Ûkraynayê li hev bicivin.
Di konferansê de, wê avakirina 'hêzeke garantor' bê gotubêjkirin.
Armanc ji avakirina vê hêza Garantor jî, misogerkirina agirbesteke potansiyel û rêgirtina li ber êrîşên Rûsyayê ye.