Sezaî Temellî: Divê qanûn çêbibin û girtiyên siyasî bên berdan

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî der barê geşedanên di rojevê de, li Meclisa Tirkiyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Sezaî Temellî di civînê de diyar kir ku divê qanûn çêbibin û dîlgirtiyên siyasî bên berdan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî, der barê geşedanên di rojevê de, li Meclisa Tirkiyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Sezaî Temellî bal kişand li ser Roja Dayikan û serdana Dayikên Aştiyê bo partiyên siyasî û wiha axivî:

“Dayikan bal kişand ser êşa hemû dayikên Kurd û Tirk.

Dayikan xwest ku ji bo aştiyeke mayînde gavên qanûnî bên avêtin.

Hemû kes jî li bendê ne ku qanûn bên çêkirin.

Divê qanûn çêbibin û girtiyên siyasî bên berdan.

Êdî girtîgeh tije bûne, divê ji vê yekê re çareseriyek were dîtin.

Lê tevî bendewariya civakê jî, di vî warî de ti gav nehatine avêtin.”

Sezaî Temellî: Divê Selahattin Demîrtaş bê berdan

Sezaî Temellî her wiha dest nîşan kir ku, doza Kobanê ev 2 sal in li îstînafê li benda biryarê ye û wiha bi dawî kir:

“Dadgeha Îstînafê ev 2 sal in der barê dozê de ti biryar nedaye.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji bo birêz Selahattîn Demîrtaş biryar daye jî, lê nayê berdan.

Her wiha hevalên me yên din ên vê dozê jî, tevî biryarên Dadgeha Mafê Mirovan jî nayên berdan.

Divê ev bêedaletiya li dijî hevalên me bi dawî bibe û hevalên me bên berdan."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye