Şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û rêjîma Îranê de her ku diçe gûrtir dibe.
Heta demjimêr 12:00`ê şeva pêncşemê, bi 280 dron û mûşekan êrîş li ser Başûrê Kurdistanê hatiye kirin.
Heta vê gavê 233 mûşek û dron li Hewlêr û gundewarên wê, 41 mûşek û dron li Silêmaniyê û gundewarên wê hatine avêtin.
Her wiha di destpêka şer de 4 dron li Dihokê û 2 dron jî li Helebceyê hatine avêtin.
Duh li Başûrê Kurdistanê 33 êrîşên din hatin kirin
Duh di encamê êrîşan de kesekî jiyana xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn.
Her wiha li Hewlêrê hinek leşkerên Amerîkayê jî birîndar bûn.
Kuştina efserekî Fransayê û birîndarbûna 6 leşkerên Fransî ên li Hewlêrê hatin piştrastkirin.
Her wiha duh li yekê ji kampên Koyê jî maleke Kurdên Rojhilatê Kurdistanê bi dronan hat bombebarankirin.
Di encamê de jinek, mêrek û zarokek birîndar bûn.
Li taxa Qalawê ya Silêmaniyê jî duh ji ber ketina dronekê zarokek bi sivikî birîndar bû.
Efserekî Brîtanî yê bi navê Guy Foden jî gotiye ku bi gelek dronan êrîşî baregeha Hewlêrê hatiye kirin ku leşkerên Brîtanya û Amerîkayê lê ne û hinek leşkerên Amerîkayê birîndar bûne.
Cihên ku li Başûrê Kurdistanê rastî êrîşan tên roj bi roj zêde dibin.
Di êrişên dawî de gundê Mela Qereyê yê Hewlêrê, kampa Zewî Spî ya Koyeyê, taxa Qalawê ya Silêmaniyê û Mêrgepan hatin bombebarankirin.
Di encamê êrîşan de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 33 kes birîndar bûn
Li gorî amaran, ji 28'ê Sibatê ve bi 280 mûşek û dronan êrîş li ser Başûrê Kurdistanê hatiye kirin.
Di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest daye û 33 kes jî birîndar bûn.
Ji wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane:
Kesek karmendê asayîşê yê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû.
4 kes Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê bûn (2 li Hewlêrê û 2 li Silêmaniyê).
12'ê Adarê leşkerekî Fransayê li Hewlêrê hat kuştin.
Birîndar jî bi vî rengî ne: 3 karmendên asayîşê yên Balafirgeha Hewlêrê, 2 parêzvanên taybet ên baregeha berê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyê, parêzvanekî Otela Tîtanîkê ya Silêmaniyê.
7 sivîl jî di nav wan de ne.
Her wiha 14 Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û 6 leşkerên Fransiz birîndar bûne.
Hejmara leşkerên Amerîkayê yên birîndar nehatiye eşkerekirin.
Kîjan herêm hatin bombebarankirin?
Hewlêr: Mela Qere, kampa Zewî Spî, Kanî Qirjale, Dream City, Kesnezan, Pîrzîn, Fermanberan, Sêbîran, Roşinbîrî, Jiyan, Kurdistan, Newroz, Gundê Korî, Gezne, Behirke, Enkawa, Xelîfan, Balafirgeha Hewlêrê û derdora wê, Dêgelê, Çoman û Soran.
Silêmanî: Navenda Silêmaniyê, Mêrgepan, Qalawê, taxa Beranan, Cadeya 60 Metrî, gundê Zirgiwêzê, gundê Zirgwêzeleyê, nahiyeya Sûrdaşê, navçeya Kifriyê, hêzên fermandariya Pêşmergeyan, taxa Taslûceyê, çiyayê Zimnakoyê.
Dihok: Parzûngeha petrolê ya Sersingê, kampa Bacid Kendalê û gundekî Akrê.
Helebce: Çiyayê Sinruyê.