Li Xarpêtê ji bo Roja Aştiyê ya Cîhanê şahiyek hat lidarxistin

Li bajarokê Yazî Konak ê Xarpêtê, Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Xarpêtê, ji bo 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê şahiyek lidarxist.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Di şahiyê de, pankartên bi nivîsên "Aştî û civaka demokratîk ji bo azadiyê ked e", "Ji şer re na, aştî niha" û "Bijî aştî, bijî aştî" hatin hilgirtin.

 

Endamê Meclisa Ciwanan a Xarpetê ya DEM Partiyê Enver Havikli diyar kir ku gelê Kurd bi gelek îşkence û mêtingeriyê re rû bi rû maye û got: "Tevgerên ciwanan û jinan wê bibin pêşengên aştî û siyaseta demokratîk."

 

Di dawiyê de jî, Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak ku qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin, anî ziman ku 50 sal in têkoşîneke azadiyê heye û wiha axivî: "Di vê têkoşînê de û heta roja îro bedelên mezin hatine dayîn."

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24