Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehan ruxmê gelek girtiyên ku cezayên wan qediyane jî bi biryarên keyfî û hincetên cuda berdana wan asteng dike.
Denîz Ozturk, Halîl Dag, Şehap Elbasan, Suat Gokalp, Muhammed Îsmaîl û Mûrat Çetînkaya yên ku berdana wan pir caran hatibû astengkirin piştî zêdetirî 30 sal di girtîgehê de man hatin berdan.
Suat Gokalp piştî berdanê girêdana xwe ya bi pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin anî ziman û got:
“Heta ku girtîgeh vala nebin wê ev pêvajo bi ser nekeve. Em deyndarê gelê xwe ne û çawa ku me heta niha di girtîgehan de rûmeta xwe parast, ji vir û pê ve jî em ê li ser xeta Rêber Apo vê yekê bidomînin.”
Her wiha Lijneya Îdarî û Çavderiyê berdana Metîn Dalan û Aydin Yuce yên di heman girtîgehê de ne bi hincetên cuda asteng dike.