Şêxê Elewiyên sûriyê banga gireveke 5 rojî kir

Serokê Meclisa Bilind a Îslamî ya Elewiyan li Sûriyê û Derveyî Welêt Şêx Xezal Xezal banga destpêkirina gireveke 5 rojî li dijî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê kir. Şêx Xezal dibêje rêjîmeke zordar çû, lê rêjîmeke zordartir hat.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Meclisa Bilind a Îslamî ya Elewiyan li Sûriyê û Derveyî Welêt, Şêx Xezal Xezal, banga greva giştî ya 5 rojan kir.

Şêx Xezal got ku ji 8 heya12`ê mehê wê grev berwdewam bike û bang li Elewiyan kir ku di vê demê de li malên xwe bimînin.

Şêx Xezal: Rêjîmeke zordar çû rêjîmeke zordartir hat

Şêx Xezal destnîşan kir ku Hikûmeta Veguhêz hewl dide salvegera guhertina rêjîmek zordar bi rêjîmek hîn zordartir, pîroz bike.

Xezal anî ziman ku pêwîst bû bi hilweşîna rêjîma Baas re zordarî hatiba helweşandin, lê tiştê ku em niha dibînin dijberî azadiyê ye.

Her wiha da zanîn ku zulm zêdetir bûye, dengê bindestan hatiye tepisandin.

Şêx Xezal bang kir ku her kes tevlî girevê bibe

Di banga xwe de, Şêx Xezal navê "kesên azad û bi rûmet ên ku baweriya wan bi azadiya rastîn heye" bikar anî û got:

“Tev li girevê bibin, ji ber ku ev tevger helwesteke exlaqî li hemberî zordariyê ye.

Nehêlin zilm dengên we bitepisîne û bizanin ku her êrîşek li ser yek ji me êrîşek li ser me hemûyan e.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye