Di 12`ê Adara 2004'an de xelkên bajarê Qamişlo û hezkiriyên futbolê li Stadyuma Beledî li benda maça futbolê ya di navbera Tîma Cîhad û Tîma Fitiwa ya Dêrazorê de bûn.
Ev maç di çarçoveya lîga futbolê ya Sûriyê ya werza 2003 - 2004 dihat lîstin.
Beriya çend kêliyan ji destpêkirina maçê, alîgirên tîma Fitiwe ku ji Dêrazorê hatibûn, siloganên siyasî yên rejîma Sedam Husên ku di dema dagirkeriya Amerîkayê de hatibû girtin, silav dikirin, berz kirin.
Hêzên Rêjîma Baas'ê aliyên ku piştgiriya her du aliyan dikin li heman cihî bi cih kirin.
Her wiha alîgirên tîma Fitiwe bi kevir û çekan êrişî alîgirên tîma Cîhad kirin, derbasî stadyûmê bûn û ku di kontrola hêzên ewlekariya Sûriyê de derbas bibûn.
Piştî ku gelek kes ji alîgirên tîma Cîhad birîndar bûn, li naverasta Stadyumê di navbera her du aliyan de şer derket.
Piştî ku waliyê Hesekê Selîm Kebûl gihîşt Qamişlo û fermana hedefgirtina Kurdan bi awayekî yekser da, hêzên ewlekariya Sûriyê bi zanabûn gule li sivîlan reşdandin.
Di encamê de 38 kes jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûn û derdora 5 hezar kes hatin girtin.
Piştî agahiyên kuştina ciwanên Kurd, şêniyan li kolanan hêrsa xwe ya li dijî hêzên rejîmê ji ber hedefgirtina ciwanên sivîl, nîşan dan.
Encama xwepêşandan û berxwedaniya gel de jimara kuştiyan gihîşt 38 kesî, û bi dehan kes birîndar bûn.
Rejîma Baasê bi hezaran Kurd xist zîndanê cezyê giran li wan birî
Rêvebeirya dewleta Sûriyê alîkariyên leşkerî ji hemû herêmên Sûriyê şandin bajarên ku Kurd lê dimînin û dest bi hemleyên girtinê yên berfireh kir ku li hemû bajarên Kurdan belav bû.
Li gorî raporeke dawî ya Rawangeha Mafên Mirovan a Sûriyê SOHR`ê , hejmara welatiyên Kurd ên hatin girtin gihîşt 5 hezar kesî.
Piştî wan bûyeran cezayê heta hetayê li dehan ciwanên Kurd hat birîn, yên din jî li gorî ku xizmên wan parve kirine ji 20 heta 30`î cezayê girtinê li wan hate birîn û gelek kes di girtîgehan de ji ber êşkenceyê jiyana xwe ji dest dan.
Rejîma Baasê bajarê Qamişlo weke cihê komkujiyê hilbijart
Ji bo derxistina fitneyê Rêjîma Baasê maça futbolê ya di navbera tîmên Cîhad û Fitiwe de bi kar anî û fitne di navbera Kurd û ereban de derxist. Her wiha bajarê Qamişlo ku mezintirîn cihê kombûna Kurdan li Sûriyê bû, wekî cihê pêkanîna komkujiyên xwe hilbijart.
Serhildana Qamişlo bû bingeha şoreşa Rojava
Serhildana gelê Kurd li seranserî Sûriyê belav bû, bû pîvaneke astê birêxistinbûna gel û girêdana bi armanc û mafên ku ji dest hatine girtin.
Çalakî û aktîvîteyên li bajarên Rojava bi berekî din ve çûn û amadekariya tevgereke ji nişikive dihat kirin.
Serhildana 2004`an bingeheke bihêz a Şoreşa Rojava ya 19`ê Tîrmehê de hat avakirin.
Daxwazên azadî, demokrasî di 7 rojên serhildanê de bi hezaran welatiyan berz kirin, bi şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012an tacîdar bû.
Di salên şoreşê de, ev pêkhate beşdarî Rêveberiya Xweser bûn û li djiî terorê ku gef li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwar, yek ref ava kirin.
Her wiha bi hevgirtineke neteweyî karîbûn parastina welatên xwe bikin û hemû fitneyên ku ji aliyê hêzên herêmî û navdewletî ve dihatin û tên derxistin, bi bin bixin.