Salvegera Fermana74'an nêz dibe.
Çeteyên DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an êrişî Şengalê kirin, di encama van êrişan de bi hezaran êzîdî hatin kuştin, dilgirtin û rastî kiryarên hovane hatin.
Heta niha jî çarenûsa bidehan keç û xortên êzîdî ne diyar e.
Çalakiya Sûka Kevin di roja 7'an de dewam dike
Rêveberiya Xweser a Şengalê, bi boneye salvegera 11'emîn a fermana Şengalê, di 25'e tîrmehê de çalakiyek li Sûka Kevin a Şengalê destpêkiribû û ev çalakî wê heya 3'ê tebaxê berdewam bike.
Yekîtiya gel rê li ber fermanan digire
Her roj gel beşdarî çalakiyê dibin. Find li ber wêneyên şehîdan tê vêxistin û xêr tê belavkirin.
Kesên ku beşdarî vê çalakiyê bûne, gotin ku Şengal bi saya şehîdan hatiye rizgarkirin, lewma divê keda wan neyê ji bîrkirin.
Beşdaran tekez kirin ku eger Êzîdî yekîtiya xwe xurt nekin, wê pêşiya fermana neyê girtin.
Şêx Berekat anî ziman ku, heta niha bi dehan gorên komî nehatine vekirin. Şêx Berekat daxwaza yekîtî û xwe birêvebirinê kir da ku fermanên nû bi ser wan neyên.
Fermana 74'an qirkirina jinan e
Evîn Xêro eşkere kir ku Şengal bi îxaneteke mezin radestî DAIŞ’ê kirin û beşek ji kesên ku niha li ser desthilatê ne, destê wan jî di vê fermanê de hebû.
Evîn Xêro balkişand ser revandina jinan, firotina wan li bazaran û fermana 74'an weke qirkirina jinan bi nav kir.
Îsak Helêqê jî, destnîşan kir ku gelek berpirs û siyasetmedar, tenê ji bo propagandaya xwe bikin,serdan Şengalê dikin.
Divê xwedî li keda şehîdan were derketin
Ferîde Fêsel, da xuya kirin ku ew bi saya şehîdan dikarin li ser axa xwe bijîn, lewma divê gelê Şengalê xwedî li keda şehîdan derkevin.