SOMO: Di navbera Hewlêr û Bexdayê de rêkeftina dawî çênebûye

Berpirsê Ragihandinê yê Wezareta Petrolê ya Îraqê Dr. Sahêb Bezzûn got: “Gotûbêjên li ser pirsgirêka hinardekirina petrolê ya bi Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê re berdewam in.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Dr. Sahêb Bezzûn destnîşan kir ku  hinardekirina petrolê gelekî dereng ketiye û hemû hewl ji bo wê yekê ne ku ew di demeke kurt de bigihêjin rêkeftineke dawî.

Her wiha Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê 30'ê Tîrmehê ragihandibû ku ew miqdara petrola ku niha ji bo hinardekirinê amade ye, wê radestî SOMO'yê were kirin.

Gotûbêj li ser wê yekê ne ku ka wê miqdara petrola ku niha tê berhemanîn were radestkirin yan jî ew miqdara ku di rêkeftinê de hatiye destnîşankirin ku 280 hezar bermîl e.

50 hezar bermîl ji bo bikaranîna navxwe û ya mayî jî ji bo hinardekirinê ye

Hilberîna li bîrên petrolê gihiştiye ser 125 hezar bermîlan.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24