Lezgin

Hûsiyan êrîşî balafirgeha Ben Gurion ya Îsraîlê kir

reset font size increase font size

Tevgera Hûsî îro jî êrîş li ser balafirgeha Ben Gurion ya Tel Avîvê ya Îsraîlê kir, di encamê de 4 kes birîndar bûn.

Hûsiyan bi mûşekên balîstîkî êrîşî ser balafirgeha Ben Gurion ya Tel Avîvê kir. Li gorî daneyan di encama êrîşê de 4 kes birîndar bûn.

Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yehya Seri daxuyanî da û got ku wan bi Mûşekên balîstîkî êrîşî balafirgeha Ben Gurion kir, ku leza van muşekan ji leza deng zedetir e.

Her wiha Yehya Seri diyar kir ku ev êrîş armanc girt û hêşt ku hemû çûn û hatin li balafirgehê raweste.

Çavkaniyên Îsraîlî jî ragihandin ku ev êrîş ji aliyê sîstemên parastina hewayî ve hatiye têkbirin.

Ceylan Hesen

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24