Lezgin

Ji civîna Wezîrên Iraqê encamek şênber derneket!

reset font size increase font size

Civîna Encumena Wezîrên Iraqê ku di derbarê aloziya mûçeyan li Bexda hat lidarxistin çend demjimêr berê  bi dawî bû.

Bi taybetî mûçeyên karmendên herêmê ketine rojevê. Hat eşkerekirin ku pisgirikên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de hatine çareserkirin.

Berîya demekê ku nakokiyên di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de kûrtir dibûn, Wezareta Darayî ya Iraqê ragihand ku ew êdî mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê naşînin.

Li gorî agahiyên ku ji civînê hatine wergirtin, mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê ji nû ve hatine nirxandin.

Rexmî ku Cejna Qurbanê nêz bûye hîna jî karmendên giştî yên Herêma Kurdistanê mûçeyê xwe yê meha Gulanê ne standine.

Viyan Soran Kara

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24