Di nava artêşa Sûriyê de gelek komên çekdar ên tundrew hene.
Komên wekî El-Hemzat, Silêman Şah û Siltan Murad bi sûcên cur be cur ên ku li Sûriyê kirine tên nasîn.
Bi teybet van koman li Efrîna dagirkirî gelek sûcên dijmirovî pêk anîne.
Bi hilweşîna Rêjîma Baasê û hatina Ehmed Şera li desthilatê re sûcên van koman zêdetir bûn.
Îngilistanê ev her 3 komên çekdar El-Hemzat, Silêman Şah û Siltan Murad ên di artêşa Sûriyê de xist lîsteya cezayan.
Sedem jî ji ber ku van her 3`ê koman, gelek sûc li dijî Kurd, Elewî û Durizyan kirin.
Komên çekdar kî ne?
Komên ku Îngilistanê ceza li wan birîne ev in:
Koma Sultan Suleyman Şah berpirsê wê Mihemed Casim Ebu Emşe di sala 2016`an de hatiye avakirin.
Koma Sultan Murad berpirsê wê Fehîm Îsa, di sala 2013`an de hatiye avakirin
koma Hemzat berpirsê wê Sêf Bulad Ebû Bekir, di sala 2016'an de hat avakirin.
Van her 3`ê koman binpêkirin li dijî Kurd, Elewî û Durziyan kirine û Tirkiyê piştgiriya wan dike.
Van Komên Çekdar li Efrînê welatiyên kurd kuştine, revandine, mal û milkên wan talan kirine û demografiya wê deverê guherandine.
Çekdaran li Perava Sûriyê jî bi bihaneya alîgirên rêjîma baasê, Elewî kuştin, malên wan talan kirin û kiryarên xwe carnan bi dîmenan belge dikirin.
Bi heman rengî li Siwêdayê jî çekdaran bi belgekirina sûcên xwe bi sedan durzî kuştin.
Hikûmeta Îngilistanê da zanîn ku ev ceza weke binpêkirinên li dijî hiqûqa mirovahiya navneteweyî yên di pêvajoya şerê navxweyî de û komkujiyên li ser Elewiyan, hatine sepandin.
Navên ku di lîsteya pêkanînê de cih digirin û sûcdarkirinên der heqê wan de bi vî rengî hatin ragihandin:
Ebu Emşe yê ku yek ji fermandarên pilebilind ê rêveberiya Sûriya nû ye, Beriya niha fermandarê Tûgaya Sultan Suleyman Şah bû.
Hate diyarkirin ku di Adara 2025`an de beşdarî bûyerên tundiyê yên li herêmên peravê yên Sûriyê bûye û li ser sivîl û bi taybetî jî civaka Elewiyan înfazên kêfî pêk anîne.
Seyf Bulad Ebu Bekir yek ji fermandarên pilebilind ê rêveberiya Sûriya nû ye ku fermandarê Tûgaya Hamzat bû.
Hate diyarkirin ku Ebû Bekir tevahiya şerê navxweyî berpirsiyarê êşkence, xerac, koçberkirina bi darê zorê û bi taybetî jî binpêkirinên giran ên li herêmên Efrîn û Helebê ye.
Beriya niha jî Wezareta Xezîneyê ya Amerîka û Yekîtiya Ewropa ceza li van kom û kesan birîbûn.
Ev çekdar sûcên dijî qanûnên mafên mirovan yên navneteweyî li dijî Kurd, Elewî û Durizyan dikin.
Hikûmeta veguhêz a Sûriyê ne tenê temaşe dike, ji wan re dibe palpişt û kiryarên wan dinixumîne.
Tevî biryara entegrasyonê heye jî, lê çekdarên mijara gotinê hîna jî li gelek devêrên Sûriyê di bin kontrola xwe de digrin, li van herêman jî; kuştin, girtin, êşkence, bac û talanê didomînin.