"Girtîgehên herêmê ji qebareya xwe zêdetir girtiyan radigire"

Wezîra Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê Kuwêstan Mihemed li Helebçeyê civînek çapemeniyê têkildarî rewşa girtîgehan li dar xist. Kuwêstan Mihemed di civînê de da zanîn ku niha girtîgehên li Herêma Başûrê Kurdistanê, ji qebareya xwe du qat an jî sê qat zêdetir girtî hene.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di sala 2025'an de, pirsgirêka qerebalixiya girtîgehan li Îraqê, yek ji pirsgirêkên herî mezin e.

Ev zêdebûn zexteke mezin li ser saziyên sererastkirinê dike, dihêle ku hejmara girtî û mehkûman ji du qatan zêdetir be.

Zêdebûna girtiyan bandorê li ser rewșa tenduristiyê dike

Ev rewş ne tenê bandorê li ser binesaziyê dike, lê di heman demê de bandorê li ser rewșa tenduristî ya girtiyan jî dike.

Der barê vê mijarê de Wezîra Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kuwêstan Mihemed li Helebçeyê civînek çapemeniyê li dar xist.

Tê de karê wezareta xwe û rewşa girtîgehên Herêma Kurdistanê vegot.

Kuwêstan Mihemed têkildarî rewşa girtîgehên çaksazî yên Herêmê hin agahî parve kirin û got:" Me di nava girtîgehên çaksazî yên Herêmê de şoreşek reforman kiriye. Me rê li ber derbaskirina telefon, madeyên hişber û çend diyardeyek din ên neciwan ya nava girtîgehan bi temamî girtiye.”

"Di girtîgeha Silêmaniyê de hezar û 716 kes tên ragirtin"

Di der barê rewşa girtîgeha çaksaziya mezin a Silêmaniyê de jî Kuwêstan diyar ku girtîgeha Çaksaziya Mezin a Silêmaniyê ji bo 990 kesan hatiye avakirin. Lê niha hezar û 716 kes tê de tên ragirtin.

"Li Hewlêrê jî kapasîteya zindanê bi sê qatan zêdetir girtî hene"

Di derbarê rewşa girtîgeha çaksaziya mezinan a Silêmaniyê de jî Kuwêstan got: “Girtîgeha Çaksaziya Mezinan a Silêmaniyê ji bo 990 kesan hatiye avakirin. Lê niha hezar û 716 kes têde tên ragirtin. Li Hewlêrê 2 hezar 232 kesên cezakirî hene. Li Dihokê hezar û 500 girtî hene. Li Silêmanî û Dihokê du qat zêdetir ji kapasîteya girtîgehan girtî hene, li Hewlêrê jî sê qat zêdetire. Ev jî pêvajoya reforman a di girtîgehan de sist dike.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye