Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Hevseroka Gerînendeya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed li Şamê bi serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera re hevdîtin kir.
Di hevdîtinê de wezîrê karên derve yê Hikûmeta Veguhêz Esed Şeybanî û nûnerê serokê hikûmetê Ziyad El Ayîş jî amade bûn.
Hevdîtin bi mijara nîqaşkirina temamkirina pêvajoya entegrasyona di saziyên dewletê de pêk hat.
Medyaya ser bi Hikûmeta Veguhêz ve ragihand ku di hevdîtinê de, rêbazên pêşxistina hemahengiyê, şopandina gavên girêdayî entegrasyona saziyên îdarî û leşkerî di nava saziyên dewletê de, hatine nîqaşkirin.