Ev karker li Bendera Navneteweyî ya Mersînê di fîrmaya taşeron a bi navê Veguhestina Ozguneş karê barhilgirî û valakirên dikirin.
Ji bo paratina mafên xwe ev karker di bin sendîkaya 'Ji bo Sendîkaya Hemû Karkerên Veguhestinê'(TUMTÎS) xwe rêxistin dikin.
Ev xwe rêxistin kirin û li dijî şert û mercên xebatê yên dijwar dibe sedem ku ji aliyê fîrmaya taşeron ve kar werin derxistin.
Karkerên ku ji kar hatine avêtin, îdia dikin ku ji karderxistina wan ji bo astengkirina çalakiyên sendîkayê gavek bû.
Her çend 30 karkerên ne-sendîkayî ji nû ve hatin girtin jî, 155 karkerên sendîkayî zêdetirî 6 mehan e li deriyên benderê çalakiya xwe didomînin.
Karker dibêjin heta ew venegerin ser karên xwe dê dev ji çalakiya xwe bernadin.