Lezgin

3’emîn konferansa “Platforma Jinên Kurd” bi dawî bû

reset font size increase font size

Konferansa “Platforma Jinên Kurd” a ku ji aliyê Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakurê Kurdistanê ve, 21-22’ê Hezîranê li Amedê hatibû destpêkirin, bi encamnameyeke hevpar bi dawî bû.

Piştî du rojan ji nîqaş û nirxandinên derbarê rewşa jinên Kurd li Kurdistanê û derveyî wê de, duh di demjimêrên êvarî de encamnameya konferansê hat ragihandin.

Encamname wiha bû:

“Konferansa me bi armanca nirxandina rola jinên Kurd a di warê avakirina yekîtiya neteweyî, parstina çand û zimanê Kurdî, nirxên civakî û avakirina pêvajoya aştî û civaka demokratîk û diyarkirina nexşerêyek têkoşînê ya hevpar, hat lidarxistin. 

Ev konferans banga veguhêstina mîrateyeke kevnar a ji paşxaneyekê ber bi pêşerojê ve ye. Di heman demê de bangek e ji bo mezinkirina rola jinê ya di avakirina aştî û birêxistinkirina civakî de ye. 

Yekîtiya neteweyî ya jinên Kurd

Konferansa me biryar girt ku dê ev yekîtiya jinên Kurd a neteweyî li ser bigehek ku sînoran derbas bike, ezmûnên wan ên li her çar hêlên Kurdistanê li hev bicivîn e. Her wiha tê xwestin ku jin yekîtiya xwe ya neteweyî xurt bikin da ku bibe hêza veguherînê.

Rola Jinan di parastin û veguhestina çanda Kurdî de

Pêwîst e em di warê hilberîna çandî de roleke mezintir bigirin û pergalên zanîna kevneşopiyên çandî û zayendperestî ji hêla jinan ve ji nû ve bên vejînin. Ji vê bingehê de, ji bo hevgirtinek çandî û hunerî her sal bi awayekî rêk û pêk li aliyekî Kurdistanê festîvalên navneteweyî yên çandî û hunerê bên lidarxistin.

Parastin û pêşxistina zimanê Kurdî

Jin berpirsyartiya parastina zimanê Kurdî bo nifşên nû, digre ser mile xwe. Her jinek dikare bibe kirdeya înîsîyatîfên herêmî yên zimanê Kurdî. Divê statuya zimanê Kurdî çêbibe û bibe zimanê perwerdeyê. Loma ji jinan tê xwestin ku têkoşîna xwe ya li hember helandina zimên, têbikoşin.

Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê û polîtîkayên qirkirinê

Konferansa me biryar da ku hişmendiya xweparastinê di asta herêmî û neteweyî de li dijî tundiya piralî ya li ser jinên Kurd, xebat bike. Em ê torên hevgirtina jinan xurt bikin û xetek têkoşînê ya hevpar ava bikin. Bêguman ev têkoşîn dê zagonî û civakî be.

Rola Jinê ya di avarina aştî û civaka demokratîk de

Yek ji armanca herî sereke ew e ku ev platform di pêvajoya avakirina civakeke demokratîk ku xwe dispêre perspektîfa Rêber Abdullah Ocalan a Demokratîk, Ekolojîk û azadiya jinê, jin roleke çalak bilîzin.”

Ebîr Muhemed

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24