Lezgin

“Meclisa Jin” di şaredariya Sûrê de hat avakirin

reset font size increase font size

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)’ê îro avakirina “Meclisa Jin” di hundir şaredariya Sûrê de ya bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê, bi rêya daxuyaniyekê ragihand.

Daxuyaniya ku ji hêla Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol ve hatî xwendin, wiha bû:

“Em gavekê ber bi têkoşînekê ve diavêjin. Piştî dîrokek zengîn bi têkoşîn û hilberîna jinan, di serdema nû de her tişt hat guhertin. Zîhniyeta serdest a mêran xweza talan kir, jiyan wêran kir û civak parçe kir. Di her warî de şer û krîz rû dan.

Jinan ne tenê ji bo xwe, lê ji bo tevahiya civakê şer kirin. Îro ev têkoşîn dê di rêveberiyên herêmî û qadên cuda yên jiyanê de xurtir bibe.”

Paşê jimarek ji komîteyên sereke yên meclisê hatin ragihand, ew jî ev in: Perwerde, dijî tundiyê, aborî, ekolojî, mafên xwedî pêdiviyên taybet, mafên zarokan, tenduristî, civakî, çand û huner, werzîş, bîr û bawerî û ziman.

Ji bo van komîteyan jî komisyon hatin diyarkirin.

Ev Demek e li sernaserî şaredariyên Bakurê Kurdistanê ango yên ku (Dem Partî) wan bi rê ve dibe, meclisên jinan têne avakirin. Herî dawî li Êlih, Peyas û Rezanê hatibûn avakirin.

Ebîr Muhemed

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24