Geşbûna zimanê Kurdî li Sûriyê bi zehmetiyên naskirinê re rû bi rû dimîne: Gelo hewldanên parastina nasnameyê dê bi ser bikevin an na?
Beriya destpêkirina şoreşa Rojava, ango beriya Adara 2011'an gelê Kurd ên li Sûriyeyê ji bikaranîna nasname û bi zimanê xwe li cihên giştî axaftinê bêpar ma bûn.
Di deh salên dawî de zimanê Kurdî bûye şahidê dewlemendiya perwerde û çandî. Piştî ku bi dehan salên ku Kurd ji fêrbûn an jî nivîsandina zimanê xwe bêparman. Di Sûriyeya nû de vegera berê red dikin û ji bo nasname, zimanê kurdî û naskirina mafên xwe têdikoşin.
Niha jî li gorî ragihandina Rêveberiya Xweser hejmara xwendekaran nêzî 900.000 e û 41.000 jî mamoste hene. Ji xeynî dibistanên serateyî, navîn û amedehî hin zanîngehên bi zimanê Kurdî perwerde didin jî hene.
Lê ya herî girîng ew e ku li hev kirinek di navbera Rêveberiya Xweser û Desthilata Şamê de pêk bê û karnameyên dibistanên li herêmê de tê dayîn were qebûl kirin.
Lê yek ji xalên sereke ya civîna di navbera Rêveberiya Xweser û Deshilata Şamê de vê dawiyê pêk hat de ev bû: çareserkirina pirsgirêkên mayî yên têkîldarî ezmûn û mîsogerkirina mafên xwendekaran.
Lê pirsa herî girîng gelo desthilata Şamê bi Rêveberiya Xweser re li ser nasname û zimanê Kurdî li hev nekin wê çi alozî bi xwe re bîne?
Demhat Misto