Li Îraqê daxwaza hilweşandina Pêşmerge tê kirin

Berpirsên Îraqê daxwaz dikin ku Pêşmerge werin hilweşandin û digel hikûmeta Îraqê entegre bibin. Tom Barrack pêşengî û piştgiriya vê projeyê dike, lê belê ev daxwaz ji aliyê gel û rayedarên Başûrê Kurdistanê ve bi tundî hatiye redkirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li Îraqê daxwaza hilweşandina Pêşmerge heye, lê belê serkirdayetiya Başûrê Kurdistanê bi tundî vê yekê red dike.

Niha, li Îraqê bêçekkirina komên çekdar ên derveyî artêş û hêzên fermî yên dewletê hatiye destpêkirin.

Çend komên çekdar daxwaza xwe ji bo danîna çekan nîşan dane û di vê yekê de gavên şênber avêtine.

Lê berpirsên Îraqê dixwazin bi heman awayî hêzên Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê jî werin hilweşandin û bi hikûmeta Îraqê re werin entegrekirin.

Li gel daxwaza hêzên hûndir ji aliyê hêzên derve jî, Tom Barrack piştgiriya vê yekê dike.

Li ser vê babetê, endamê berê yê Komîteya Ewlehî û Berevaniyê ya li Parlamentoya Îraqê Elî Mendawî, ragihand ku hebûna 40 hezar Pêşmergeyan li derveyî kontrola Îraqê, ji bo serweriya dewletê pirsgirêkekê çêdike.

Hevdemî vê yekê, berî niha serokê Rewta Hîkme Emmar Hekîm gotibû ku hêzên Pêşmerge mîna Heşda Şebî ne û ji bo birêxistinkirina wan ev derfetek e.

Ji aliyê xwe ve jî, nûnerê serokê Amerîkayê yê Îraqê Tom Barrack, daxwaza xwe ji bo rêxistina Pêşmerge ligel artêşa Îraqê eşkere kiriye û ji aliyê serkirdayetiya Şîe û berpirsên Îraqê ve hat pêşwazîkirin.

Tom Barrack ji bo hilweşandina Pêşmerge piştgiriya Îraqê dike

Li gorî Destûra Îraqê, di maddeya 121’an de, di birgeha 5’an de, desthilat daye Başûrê Kurdistanê ku bibe xwedî hêzên ewlehî û zêrevanan.

Di vê çarçoveyê de, hêzên Pêşmerge weke zêrevanên Başûrê Kurdistanê hatine pênasekirin.

Rayedarên Başûrê Kurdistanê bi tundî hilweşandina Pêşmerge red dikin

Bi vê yekê, hilweşandina hêzên Pêşmerge bi tenê bi sererastkirin yan hilweşandina Destûra Îraqê dibe; berevajî komên çekdar ên Îraqê ku bi biryarekê hatine damezirandin û dikarin bi biryarekê jî werin hilweşandin

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye