DYA: Em ê tedbîrên bêhempa li ser Îranê bisepînin

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bisent roja pêncşemê ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê tedbîrên ku "berê qet nehatine dîtin" li ser Îranê bisepîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di navbera Amerîka û Îranê de, alozî û nakokî berdewam in.

Piştî ku Amerîkayê gef xwar ku wê dorpêça deryayî ya li ser Îranê bidomîne û zexta aborî zêde bike, Wezîrê Xezîneyê yê DYA`yê Scott Bisent roja pêncşemê ragihand ku Amerîka dê tedbîrên "ku berê qet nehatine dîtin" li ser Îranê ferz bike.

Scott Bisent di dema beşdarbûna xwe ya li bernameya televîzyonê ya tora Newsmax de got:

"Hefteya bê li benda daxuyaniyên bêtir bin, ji ber ku em ê tedbîrên bêhempa ku di dîroka tecrîda aborî ya ku li ser ti welatekî hîn nehatiye sepandin, bi cîh bînin.

Ew ê tevliheviyek ji tecrîda aborî be ku cîhanê qet berê nedîtiye û berdewamiya dorpêçkirina li Tengava Hurmizê be.

Em ê rê li ber her tiştî ku bikeve yan ji benderên Îranê derdikeve, bigirin.

Her wiha em ê hesabên bankê û krîptopereyên ku ji hêla Îranê ve tên bikaranîn, hedef bigirin."

Allen Wright: Îran stratejiyeke windaker dişopîne

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Christopher Allen Wright got:

"Îran stratejiyeke windaker dişopîne.

Ambargoya ku li ser wê hatiye sepandin, zextê li ser aboriya wê dike û bandora wê li herêmê kêm dike.

Xeniqandina aboriya Îranê dê di dawiyê de bibe sedema hilweşîna dewleta Îranê."

Ev gefxwarina Amerîkayê, di demekê de tê ku dan û standinên agirbestê rawestiyane, tevî kêmbûna dabînkirina petrolê ya cîhanî û zêdebûna aloziyên herêmî.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth di serdana xwe ya Panamayê de ji rojnamevanan re got:

"Dibe ku artêşa Amerîkî hebûna xwe ya deryayî li herêmê biparêze, da ku dorpêça li ser Îranê bidomîne.

Hêzên Deryayî yên Amerîkayê dikarin hetahetayê dorpêçkirineke wisa bidomînin.

Ji ber ku em ê li hundir û derveyî herêmê rotasyoneke keştiyan pêk bînin,

wekî ku me berê kiriye û em ê berdewam bikin."

Bi hilweşîna peymana ku di hezîranê de ji bo bidawîanîna şer hatibû kirin, Îran hewl dide kontrola xwe li ser Tengava Hurmizê îspat bike.

Di vê navberê de, Serokê DYA`yê Donald Trump dubare kir ku Amerîka "kontrola tevahî" ya tengavê di destê xwe de digire.

Li aliyê din, Îranê di postekê li ser X`ê de diyar kir ku ev îdîa "rastiyê naguherînin. Tengava Hurmizê girtî dimîne û heta ku şertên Îranê neyên bicîhanîn dê ji nû ve neyê vekirin."

Ev şert rakirina dorpêçên aborî û berdana mal û milkên cemidî yên Îranê ne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye