QSDˊê di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Ajana SANAˊyê ya ku agahiyên xwe dispêre Wezareta Parastinê ya Sûriyê diyar dike ku di êrişa QSDˊê de ya li dijî Xaleke leşkerî ya nêzî Bendava Tişrînê 2 leşkerên wan hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.
Ev agahî bi tu awayî ne rast in û hêzên me li herêmê tu çalakî pêk neanîne.
Li gorî daneyên meydanî yên li gel me, bûyer ji ber teqîna mayînekê li derdora nuqteya leşkerî ya hikumeta Şamê pêk hatiye û tu têkiliya hêzên me pê re tune ye."
QSD’ê di dawiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku ew bi rêgeza kêmkirina rageşiyê û parastina ewlehiyê ve bapend in.