Di lingê yekem ê fînala çaryekê ya Lîga Şampiyonan a UEFA de, Barcelona û Atletico Madrid hatin beramberî hev.
Di lingê yekem ê fînala çaryekê ya Lîga Şampiyonan a UEFA de, Atletico Madrid Barcelona 2-0 têk bir da ku ji bo maça vegerê avantaj bi dest bixe.
Di deqeya 44'emîn de, Barcelona daket 10 lîstikvanan û taximê Madrîdê ji maçê 2-0 bi ser ket.
Golên serkeftinê di deqeya 45'emîn de Alvarez û Alexander Sörloth di deqeya 70'emîn de hatin avêtin.
Maça vegerê ya di navbera her du taximan de, di 14'ê Nîsanê de li Stadyûma Wanda Metropolitano saet di 22:00 de pêk were.

Liverpool li hemberî Paris Saint-Germain 2-0 têk çû
Di lingê yekem ê fînala çaryekê ya Lîga Şampiyonan a UEFA de, Paris Saint-Germain di Stadyuma xwe de, Liverpool 2-0 têk bir.
Taximê Fransayê Paris Saint-Germain mêvandariya nûnerên Îngilîz Liverpool kir.
Paris Saint-Germain bi golên Desire Doue di deqeya 11'emîn de û Kvaratskhelia di deqeya 65'emîn de 2-0 bi ser ket.
Maça vegerê, dê 16'ê Nîsanê saet 22:00 li Stadtuma Liverpoolê were lîstin.