Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ji bo ferzkirin û domandina serweriya xwe ya li ser cîhanê, li her deverên cîhanê êrîşan pêk tîne.
Li gorî nirxandinên Pentagonê yên sala 2025’an, di operasyonên leşkerî yên Amerîkayê de li ser Yemenê, 153 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 243 jî birîndar bûn.
Pentagonê ragihand ku sala 2025’an di operasyonên leşkerî yên DYA’yê yên li ser Yemenê de 153 sivîl mirin, 243 sivîl jî birîndar bûn.
Ev hejmar, li gorî rapora ku Pentagonê pêşkêşî Kongreyê kiriye.
Ev yek nîşan dide ku li gorî sala berê, windahiya sivîlan pir zêde bûye.
Li gorî nirxandina Pentagonê, sala 2025’an temamiya windahiya sivîlan ji ber 3 êrîşên DYA’yê ye.
Fermandariya Navendî ya DYA’yê (CENTCOM) diyar kir ku îhtîmala êrîşên navborî zirar daye sivîlan, hîn zêdetir e.
Artêşa DYA’yê diyar dike ku ew armanc dike li Yemenê kapasîteya leşkerî ya Hûsiyên bi piştgiriya Îranê, lewaz bike.
Li gorî Pentagonê, ji sibata 2026’an ve li Yemenê têkildarî windahiya sivîlan 15 bûyerên din ên cuda di bin lêkolînê de ne.
Di rapora Pentagonê de, behsa windahiyên ji ber êrîşên DYA’yê yên li Karîbîk û Rojhilatê Pasîfîk nehate kirin.
Rêveberiya Trump êrîşên xwe yên li van herêman weke operasyona li dijî “narko-terorîstan” pênase dike.
Tê diyarkirin ku ji îlona 2025’an ve ji ber êrîşên navborî zêdeyî 200 kes mirine.
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî van êrîşan weke înfazên derhiqûqî dinirxînin.
Yekîtiya Azadiyên Sivîl a Amerîkayê (ACLU) jî sûcdariyên rêveberiya DYA’yê yên li hemberî kesên hatine hedefgirtin, weke “îdîayên nehatine îspatkirin û alarmîst” dinirxîne.