Ji bo rûbirûbûna Rûsyayê: Zelensky ji bo hevkariya aborî û ewlehiyê insiyatîfeke nû ya Ewropî da destpêkirin

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky, hevbendiyeke nû ya herêmî bi navê "Koma C8" ragihand ku armanca wê xurtkirina têkiliyên bazirganî, lojîstîk û ewlehiyê ya li hemberî Rûsyayê ye û di lûtkeya yekem de zêdetirî 50 peymanên aborî bi bihayê 1.15 milyar dolarî hatin îmzekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky di lûtkeyeke navdewletî de ku li rojavayê Ukraynayê hat lidarxistin, damezrandina tomeke herêmî ya nû ku heşt welatên herêma çiyayên Karpatê li navend û rojhilatê Ewropayê dihewîne, ragihand. Di vê hevbendiya nû de welatên wekî Ukrayna, Polonya, Romanya, Serbistan, Slovakya, Komara Çek, Awistirya, Macaristan û Yekîtiya Ewropayê cih digirin. Zelenksy spasiya welatên cîran kir ku piştî şerê sala 2022'an rêyên bazirganî û veguhestinê vekirî hiştine.

Di çarçoveya roja yekem a vê lûtkeyê de, zêdetirî 50 peymanên karsazî û veberhênanê hatin îmzekirin ku bihayê wan giştî digihîje derdora 1.15 milyar dolarî . Zelensky bi rêya hesabê xwe yê Telegramê diyar kir ku zêdetirî nîvê van peymanan rasterast bi sektora enerjiyê ve girêdayî ne. Wî destnîşan kir ku herêma Karpatê dikare bibe çavkaniyek mezin a enerjiyê ji bo Yekîtiya Ewropayê û ev gav bi awayekî rasterast piştgiriyê dide serxwebûna Ewropayê ya ji enerjiya Rûsyayê.

Di lûtkeyê de hat destnîşankirin ku mijarên ewlehiyê ji bo salên pêş dê di rêza yekem a karên vê komê de bin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye