Hêzên Piştgiriya Lezgîn dîsa êrîşî bajarên Sûdanê kirin

Li Xertûm û 2 bajarên bakurê Sûdanê, piştî bêdengiyeke çend mehan, careke din êrîş pêk hatin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî kenala Al Hedes, Hêzên Piştgiriya Lezgîn hejmarek dronên xwekuj ber bi Xertûmê ve şandin.

Di heman demê de, dronên xwekuj bajarê Damir ê paytexta Wîlayeta Nehir Nîlê, kir armanc.

Heman çavkaniyê da zanîn ku li bajarên cuda yên Sûdanê dron ketin xwarê.

Heta niha ti amareke fermî ya qurbanî û ziyanên êrîşên li Sûdanê nehatiye ragihandin.

Ji Nîsana 2023’yan û vir ve, li Sûdanê di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de şer heye.

Di vî şerî de herî kêm 59 hezar kes mirine.

Her wiha nêzîkî 13 milyon kesên din jî koçber bûne.

Zêdetirî 30 milyon kesî hewcedarî alîkariya mirovî ne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye