Derhêner, senarîst û hilberînerê Spanî Pedro Almodóvar îsal bi fîlmê xwe yê dirêj "Autofiction" di festîvalê de ji bo palmeya zêrîn pêşbaziyê dike.
Pedro Almodóvar îro, li Festîvala Cannes, Donald Trump, Benjamin Netanyahu û Vladimir Putin wekî `cenawer`bi nav kirin.
Her wiha ragihand ku divê Ewropî li dijî `cinaweran `bibin "mertal û got:
``Em mecbûr in vê yekê bikin ji ber ku li vir em rêzê li hiqûqa navneteweyî digirin.
Erka exlaqî ya hunermendan ew e ku li ser siyaseta şaş biaxivin.
Ez kesên ku vê nakin darizînim.
Bêdengî û tirs nîşaneya kêmbûna demokrasiyê ye.``