Mijara piştgirî û budceya pêşmergeyan li gel Rojeva Başûrê Kurdistanê di rojeva Amerîkayê de ye jî.
Kêmkirina budceya pêşmergeyan wê bandoreke çawa li têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û hevpeymana Washingtonê bike, di rûniştina Komîteya Xizmetên Çekdar a Meclisa Nûneran a Amerîkayê de bû rojev.
Endamê Kongreyê yê ji Partiya Komarî, Mike Turner, dilgiraniyên xwe yên li ser kêmkirina vê budceyê anîn ziman.
Mike Turner pirsî; gelo piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Îraq û Hêzên Pêşmergeyan dê dewam bike yan na?
Turner di axaftina xwe de bal kişand ser serkeftina li dijî DAIŞ’ê û wiha got:
"Bi saya hêzên ewlehiyê yên Îraqê û Hêzên Pêşmergeyan ên Kurdistanê, heta radeyeke mezin DAIŞ hat têkbirin.
Lê belê, dema ez li kêmkirina budceya çekdarkirinê dinêrim, ez ji bandora vê ya li ser hevpeymanên me yên Kurd bifikar im.
Li ser van fikaran, Alîkarê Wezîrê Şer ê Amerîkayê yê Karûbarên Ewlehiya Navneteweyî, Dan Zimmerman, nêrîna Pentagonê parve kir.
Zimmerman diyar kir ku ew rêz û hurmeteke mezin didin hevalbendên xwe yên Kurd û got:
"Di nava hêzên herêmî de dîtina komeke ji wan jêhatîtir û amadetir zehmet e."
Zimmerman her wiha bal kişand ser guherîna rewşa ewlehiyê ya li herêmê û metirsiya komên din:
"Operasyona 'Xezeba Destanî' nîşanî me da ku Şîe xwedî hêzeke wisa ne ku dikarin her tim êrîşî berjewendiyên Amerîkayê bikin.
Ji bo ku em li herêmê balansê biparêzin, piştgiriya leşkerî û siyasî ya ji bo Hêzên Pêşmerge û Kurdan ji bo me meseleyeke stratejîk e."
Rayedarê Pentagonê herî dawî destnîşan kir ku ew ji ber berdewamiya piştgiriya budceyê ya ku Kongre ji bo vê hevpeymaniyê dabîn dike, kêfxweş in.