Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mustafa Saygi pirsîn ku 31 sal berê di dema binçavkirinê de hatibû windakirin.
Dayikên-Mirovên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên kuştî û windabûyî û daxwaza edaletê, hefteya 1056’emîn a çalakiya xwe li Qada Galatasarayê ya Stenbolê li dar xistin. Di çalakiya ku hejmareke mezin ji mirovan beşdar bûn de wêneyên kesên ku di binçavan de hatine windakirin û qurnefîl hatin hilgirtin.
Di çalakiya vê hefteyê de, aqûbeta Mustafa Saygi ku 31 sal berê li navçeya Pirsûs a Rihayê piştî ku hatibû binçavkirin winda bûbû, hate pirsîn.
Sekretera Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Jiyan Kaya çîroka Saygi xwend û got: "Di 3’ê Hezîrana 1994’an de, Mustafa Saygi yê 30 salî ji bo ku biçe Pirsûsê ji malê derket. Di rêya vegerê de, ji aliyê leşkerên Tabûra Komando ya Boluka 5’emîn ve, ku demkî li avahiyek aîdî Karên Hîdrolîk ên Dewletê li Gundê Yogurtçu yê navçeya Pirsûsê bi cih bûbûn, hate rawestandin û binçavkirin. Malbata wî, ku du rojan ji Mustafa xeber negirt, li her derê li wî geriyan. Gundiyek bi navê R.Y. dayika wî Ayşe Saygi re van agahiyan parve kir: "Dema ku ji navenda bajêr vedigeriyan, Ez û I.Ş. ji aliyê cendermeyên li Gundê Yogurtçu hatin rawestandin. Di heman demê de Mustafa jî hate rawestandin. Li nasnameyên me nihêrîn û em berdan, lê Mustafa birin." "Herwiha, du gundiyên ku heywan diçêrandin dîtin ku leşkeran Mustafa birin qereqola polîsan a li Gundê Yogurtçu û ji hevjîna wî Dursun Saygi re li ser rewşê agahî dan."
Hate gotin ku ew nehatiye binçavkirin
Jiyan Kaya diyar kir ku dema malbata wê ji bo pirsa Mustafa çûye qereqola polîsan a li Gundê Yogurtçu, ji qereqolê agahî dane wan ku Mustafa Saygi li qereqola polîsan a li navenda navçeyê ye û lêpirsîn berdewam dike û got, "Lêbelê, dema ku Mustafa venegeriya, malbatê daxwaznameyek gilî pêşkêşî Serdozgeriya Komarê ya Pirsûsê kir. Dozgeriyê daxwazname lêkolîn kir û rewşa Mustafa ji Fermandariya Navendî ya Parêzgehê pirsî. Fermandariya Navendî ragihand ku Mustafa nehatiye binçavkirin."
DMME biryara îhlalkirinê da
Jiyan Kaya teqez kir ku hemû hewldanên malbatê bêencam man û got: "Di Kanûna 2009’an de, motorsîkleteke rizî û perçeyên hestiyan di girekî de li gundê Akdogan ê Gundê Bîlgîn ê li Pirsûsê hatin dîtin. Ev hestî radestî dozgeriyê hatin kirin. Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê îdia kir ku hestî yên ajalan in. Ji ber vê sedemê, dozgeriyê di 7’ê Nîsana 2010’an de dîsa biryar da ku ti bingehek ji bo dozgeriyê tune ye. Malbatê ku nekarî ji çareseriyên hiqûqî yên navxweyî encam bigire, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Di sala 2015’an de, DMME’yê biryar da ku Tirkiyeyê xala 2’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ku mafê jiyanê rêk dixe, binpê kiriye."
‘Emê her tim daxwaza edaletê bikin’
Jiyan Kaya gotinên xwe wiha domand: "Li ser windakirina Mustafa Saygi re 31 sal derbas bûn. Her çend dem ji bo malbata Saygi rawestiyabe jî, dewletê bi hinceta dem ser derbas bûye lêgerîna wan a edaletê paşguh kir. Çiqas sal derbas bibin jî, em ê ji bo Mustafa Saygi û hemû windahiyên xwe dev ji daxwaza edaletê bernedin."
Çalakî, bi danîna qirnefîlan ya Qada Galatasarayê bi dawî bû.
Rodî Bişeng