Trump dixwaze şerê Sûdanê heta serê salê bi dawî bike

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hewl dide ku şerê li Sûdanê heta dawîya salê bi dawî bike. Marco Rubio got, ji bo aştîyê wan ligel alîyên şer, bi sê welatên ereb re axivîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Amerîkayê Trump dixwaze bi rêya navbeynkarîya xwe alozîya li Sûdanê çareser bike. 

Trump çend roj berê got ku ew ê mudaxele bike da ku pevçûna di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de rawestîne.

Şer di Nîsana 2023an de wekî encameke têkoşîna desthilatdariyê derket.

Şerê kambax li welêt bû sedema birçîbûn, kuştin, qirkirina etnîk û koçberîya girseyî.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bi dûv Trump re got ku Washington dixwaze berî sersalê şer û pevçûnan bi dawî bike.

Marco Rubio di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku hin welat çek û amûran didin aliyên şer.

Rubio diyar kir ku rêveberiya Serok Donald Trump bi aliyên têkildar re di têkiliyê de ye.

Wezîrê Derve vê înformasyonê da çapemenîyê:  "Me bi hemî aliyên pevçûnê re axaftinên rast û guncaw kirin. Ji ber ku bêyî piştgiriya wan, tu alî nikare berdewam bike."

Marco Rubio eşkere kir ku bi Amerîka bi Îmaratên Ereb, Erebistana Siûdî re û bi Misrê re axivî ye.

Bi taybetî, Îmaratên Ereb bi desteka xwe ya mezin a ji bo RSFê tê tawanbarkirin.

Lêbelê rêveberîya vî welatî tevî gelek delîlên heyî jî vê yekê înkar dike.

Hêjayî gotinê ye, di şerê navxweyî yê Sûdanê de heta niha di navbera 150 û 400 hezarî de mirov hatine kuştin û 12 milyon kes terka welêt kirine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye