Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê QSD'ê hedef girt

Entegrasyona QSD'ê ya bi Artêşa Şamê re li Tirkiyê rojeveke sereke ye. Hikûmet û sîyasetmedarên li Tirkiyê rojane li ser vê mijarê nirxandinan dikin. Nirxandina herî dawî jî ji Wezîrê Parastinê ya wê welatî hat. Wezîrê parastinê di axaftina xwe de QSD'ê hedef girt û got: "Bila ne wekî yekîne, bila wekî kes entegre bibin."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Parastina Neteweyî yê Tirkiyê Yaşar Guler di civîna nirxandinê ya salane de bi nûnerên saziyên medyayê yên Enqerê re civiya.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Yaşar Guler pirsên li ser mijara entegrasyonê ya QSD'ê bi Artêşa Sûriyê re bersivand.

" Heta niha me çi kir em ê dîsa wê bikin"

Guler, diyar dike ku hevdîtinên wan yê bi rêvebirên Sûriyê re li ser entegrasyona didomin û wiha dibêje:

"Di hevdîtinên me yên bi rayedarên Sûriyê re, em helwesta wan a li ser entegrasona QSD dibînin û fêm dikin. Ji bo her rewşekê planên me amade ne. Em baş dizanin ku em ê çi bikin. Heta îro me çi kir, hêz û şîyana me heye ku em heman tiştî bikin.Lê belê, hikûmeta nû ya Sûrîyê wê pêşî destpêşxeriyên pêwîst ji bo misogerkirina yekîtî û yekparebûnê pêş bixe. Em ê piştgiriyê bidin vê yekê,"

'Ne wekî yekîne divê wekî kes entegre bibin"

Guler tîne ziman ku nîqaşên bi Amerîkayê re der barê entegrasyonê de berdewam dikin û îddia kir ku di der barê vê mijarê de fikra ABD'ê jî guheriye.

Wezîrê Parastinê balkişand ser helwesta Amerîkayê û wiha axivî:

"Nêrînên Amerîkayê pir guherîne. Dostên me yên Amerîkî niha rastiyan zelaltir dibînin. Ew ê bê guman tevlî artêşa Sûriyê bibin. QSD behsa entegrasyonê dike, lê tişta ku ew qala wê dikin entegrasyon wekî yekîneyekê ye. Pêdivî ye ku ew bi tekekesî entegre bibin, ne wekî yekîneyekê. Wekî din, jê re entegrasyon nayê gotin."

Guler di axaftina xwe de gefa pêk anîna operasyoneke li Rojavayê Kurdistanê li Hêzên Sûriye Demokratîk xwar û got, " 2016'an de me operasyonek pêk anî, ger pêwîst be em ê cardin pêk bînin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye