Hevserokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Wanê Mehmet Salîh Coşkun rewşa girtiyên nexweş bi daxuyaniyeke nirxand.
Mehmet Salîh Çoşkun di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Rewşa tendurustiya girtiyên nexweş ên li nexweşxaneyan bi rêkûpêk nayên tedawîkirin, tehliyenekirina girtiyên ku bi tena serê xwe nikarin jiyana xwe bidomîn tevî pêvajoyê jî didome.
Têkildarî pirsgirêkan hincetên hiqûqî û îdarî tên nîşandan û ji bo çareseriyê tu gav nayên avêtin."
Coşkun, diyar kir ku li girtîgehan binpêkirinên li dijî girtiyên nexweş zêde bûne û got bêyî sererastkirina qanûnî bi sepandina rêziknameya heyî jî pirsgirêk dikarin bên çareserkirin.
Hevserokê komeleyê anî ziman ku li girtîgehan binpêkirin zêde bûne û ev tişt got:
“Li Tirkiyê li girtîgehan binpêkirin her tim zêde ne. Mixabin binpêkirinên mafan didome.
Li girtîgehên Wanê jî binpêkirin zêde ne. Li girtîgehên Wanê dema girtiyan dibin nexweşxaneyan tedawiya bi kelepçe li wan tê ferzkirin.
Girtî nikarin ji mafên tedawiyê sûd wergirin.”
‘Girtî tenê tên hiştin’
Hevserokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Wanê, diyar kir ku li dijî girtiyan polîtîkaya tenê hiştinê tê sepandîn û wiha pê de çû:
“Mixabin girtî ji mafê weşanên wek rojname û pirtûkan bê par tên hiştin.
Girtina pirtûk, kovaran sînordar e û li hinek girtîgehan rojname bi destûra mudiran ve girêdayî ye.
Raporên binpêkirinên giran ên li dijî girtiyên nexweş ji me re tên. Di rapora herî dawî ya li ser girtiyên nexweş me weşandibû heta niha pêşketin nîn e.”
‘Sazîya Tiba edlî li pêşberî tehliyeyê astengên herî mezin e’
Hevserokê ÎHD’ê ya Wanê Mehmet Salîh Coşkun destnîşan kir ku ji bo tehliyeya girtiyên nexweş sererastkirinên qanûnî ne hewce ye û wiha axaftina xwe bi dawî kir:
“Di nava raya giştî de tê gotin ku ji bo girtiyên nexweş bên tehliyekirin sererastkirina qanûnî pêwîst e, qanûna înfazê ya bi hejmar 5270 di çarçoveya tevdîrên ewlehiyê de tên sepandin lê ev qanûn bi temamî nêzîkatiyek burokratîk û siyasî ye.
Saziya Tiba Edlî der heqê girtiyên nexweş de raporên ku dibêjin rewşa wan ji bo girtîgehê guncav e dide, ev rapor ne rast in û li pêşiya girtiyên nexweş asteng in.
Divê ev erk ji Saziya Tiba Edlî bên wergirtin û dewrî nexweşxaneyên bi rêkûpêk bêne kirin.
Ger ev pêk bên dê pirsgirêk çareser bibe û pêdivî bi sererastkirinên qanûnî nemîne.
Em ji bo tehliyeya girtiyên siyasî li benda sererastkirinekî qanûnî ya taybet in. Em dixwazin hemû girtî wekhev ji qanûnê sûd werbigirin.”