Serokkomarê Libnanê Joseph Aoun, diyar kir ku armanca dan û standinên rasterast ên bi Îsraîlê re ew e, ku dawî li şer û hebûna Îsraîlê ya li başûr were.
Her wiha hat ragihandin ku armanca dan û standinan ew e, ku artêşa Libnanê li ser xeta sînorî were bicihkirin.
Di dema dan û standinan de, Balyozê Libnanê li Washingtonê Simon Karam wê pêşengiya şandeya Libnanê bike.
Hat gotin ku ev dan û standin wê ji hevdîtinên di navbera Îran û Amerîkayê de, cuda pêk werin.
Ajansa Rutersê jî li gorî çavkaniyeke Îsraîlî bêyî ku navê xwe eşkere bike, got ku nûnerên Îsraîl û Libnanê dê roja Pêncşemê li Washingtonê dan û standinan bikin.
Di heman demê de, artêşa Îsraîlê ji bo sivîlên li başûrê Libnanê hişyarî da.
Artêşa Îsraîlê îdia kir ku çalakiyên Hizbulahê binpêkirina agirbestê dikin û bang li sivîlan kir ku venegerin hin gundan.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee ji sivîlan re got:
"Ji bo ewlehiya xwe, nekevin herêmê."
Her wiha hate gotin ku hêzên Îsraîlê wê li herêmê bimînin.
Piştî agirbestê, bi hezaran kes dest bi vegera li ser malên xwe yên li başûr kirin, di heman demê de artêşa Libnanê dest bi çêkirina rê û pirên ku zirar dîtine kir.
Siyasetmedarê navdar ê Libnanî û alîgirê Hizbulahê Elî Hesen Xelîl, ji Reutersê re got ku hêzên Îsraîlê ji dema ku agirbest di hefteya borî de ketiye pratîkê, li 39 gundên başûrê Libnanê wêranî pêk anîne.
Elî Hesen Xelîl, ev yek wekî "sûcekî şer ê eşkere" bi nav kir.