Barrack: Diyaloga QSD`ê û Şamê gaveke avaker e

Nûnerê taybet ê Amerîka li Sûriyeyê Thomas Barrack eşkere kir ku diyaloga Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re wekî gaveke avaker a ji bo xurtkirina yekîtiya Sûriyeyê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh Nûnerê taybet ê Amerîka li Sûriyeyê Thomas Barrack li ser hesabê xwe yê Xê, daxuyaniyên dawî yên Fermandarê QSD`ê Mezlûm Ebdî nirxand.

Barrack ragihand ku diyaloga Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi hikumeta demkî ya Şamê re, ji bo parastina yekîtiya axa Sûriyeyê gaveke avaker e.

Mezlûm Ebdî di hevpeyvînekê de li gel her du kenalên Al Arabiya û El Hedes, tekez kir ku her du aliyan li ser Sûriyeke yekbûyî li hev kirine û got ew bi artêşeke yekgirtî re ne.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye