Îran bi hinceta endamê MOSAD`ê 26 kesên din girtin

reset font size increase font size

Hikûmeta Îranê îro 26 kesên mûxalif û alîgirên demokrasiyê bi hinceta MOSAD`ê re kardikin girtin.

Piştî êrîşa 13`ê Hizêranê Îran bi tewanbariya bi MOSAD`ê re karkirin, girtina kesên muxalif û alîgirê demokrasî zêdetir dike. Girtî li zindanan rastî zext û êşkenceyên tund tên. HENGAW diyarkir ku di bin êşkenceyan de girtî neçar dimînin ku îtîrafên li dijî xwe bikin.

Hengaw: Di 14 rojan de 734 girtî û 6 darvekirin

Ji destpêka van 14 rojan tevlî 26 girtiyên dawî li gorî Saziya Mafê Mirovan ya Hengawê   hejmara girtiyan gihîştiye 734 kesan; ji wan 32 jinin û 8 jî welatiyên Ewrpayê ne. Di zêdebûna pêla girtinê de 6 kes bi tewana sixurtiya Îsraîlê hatine darvekirin ji wan sê welatiyên ku hatine darvekirin Kurd in.

Perwîn El Eyo

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24