Berdevkê AKP'ê: Divê madeyên peymana 10'ê Adarê bi lez werin bicihanîn

Heyeteke ku ji Wezîrê Parastinê, Wezîrê Karê Derve yê Tirkîyê û Serokê MÎT'ê Îbrahîm Kalın pêk tê. serdana Sûriyê kir. Piştî serdanê li Tirkîyê mijara Peymana 10'ê Adarê cardin hate rojevê. Berdevkê AKP'ê Omer Çelîk bangî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) kir û got, "Divê madeyên Peymana 10’ê Adarê bi lez werin bicihanîn.”

reset font size increase font size

Berdevkê AKP'ê piştî civîna Lijneya Birêvebir a Navendî ya partiya xwe (MKYK) di konferansa rojnamegeriyê de axivî.

Çelîk li ser pirsa der barê gotinên Parlamenterê AKP'ê yên li ser Wezîrê Karên Derve Hakan Fidan û polîtîkaya Rojavayê Kurdistanê kiribû jî got, di navbera saziyên wan de nakokî nîn in. 

Parlementerê AKP'ê yê Amedê Galip Ensarioglu ji ber gotinên gefxwar ên Wezîrê Karên Derve Hakan Fidan ji QSD'ê re dike, gotibû: "Ev ne zimanê qesrê ye. Wisa berdewam bike dê ji kar bê girtin."

Her wiha Berdevkê AKP'ê li ser mijarê van nirxandinan dike:

"li ser QSD'ê cudahiya nêrînan nîn e"

Di mijara QSD'ê de di navbera wezîr û rayedarên partiya me de ti cudahiya nêrînan nîn e.

Gotinên Wezîrê me yê Karên Derve encama îradeya Serokkomarê me ne. MÎT û Wezareta Parastinê jî di nav vê îradeyê de ne."

"Eger li gor peymanê tevbigerin nabin gef"

Omer Çelîk QSD'ê wekî "gef" pênase kir û îdia kir ku eger li gorî "Peymana 10'ê Adarê" tevbigerin ew dê ji bo Tirkiye û Sûriyê nebin gef.

"Di xalên Peymana 10’ê Adarê de îfadeyên xurt hene. Ji bo naskirina nasnameyên ku di dema rejîma Esed de hatibûn redkirin û destkeftiyên birayên me yên Kurd ên Sûriyeyê.

Ji aliyê QSDyê ve daxuyanî tên ku dibêjin 'em wekî hêzeke xweser bibin perçeyekî vê derê.'

Li welatekî du artêş, du hêzên çekdar nabin. Dawiya vê senaryoya şerê navxweyî ye."

Bang li QSD'ê kir

Berdevkê AKP'ê bangî QSD' ê kir û daxwaz kir ku bi lez û bez li gor peymana 10'ê Adarê tevbigerin.

"Em dibêjin li gorî Peymana 10’ê Adarê tevbigerin. Eger hûn xwe cûda ragihînin, di nav dewlet û ewlehiya Sûriyê de bibin hêzeke cuda ev yek nayê qebûlkirin.

Divê madeyên Peymana 10’ê Adarê bi lez werin pêkanîn. Divê ev nîqaş ji rojevê derkeve. Em dixwazin vê li pey xwe bihêlin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye