Rafael Grossi: Neteweyên Yekbûyî rastî mirineke hêde dibe

Rêveberê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Nirxên Atomî (IAEA) û berbijêrê postê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Rafael Grossi hişyarî da ku rêxistin girîngiya xwe winda dike û rûbirûyî "mirineke hêdî" bûye.

reset font size increase font size

Rafael Grossi di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Financial Times ragihand ku her çend metirsiyeke herrifîna bilez li ser Neteweyên Yekbûyî tune be jî, lê belê rêxistin di rewşa mirineke hêdî de ye û êdî nikare wekî pêwîst beşdariyê di çareserkirina krîzên nû an şerên di navbera dewletan de bike.

Ev daxuyaniyên Grossi hevdem ligel destpêkirina gerra yekem a dengdana girtî di Encûmena Ewlekariyê de hatin. Ev dengdan di navbera heft berbijêran de ji bo hilbijartina Sekreterê Giştî yê nû tê birêvebirin. Piştre, Encûmena Ewlekariyê dê pêşniyara xwe pêşkêşî Civata Giştî ya NY bike da ku şûngrêyê António Guterres bi fermî pesend bike, ê ku dewra wî ya duyem di 31ê Kanûna Pêşîn a 2026'an de bi dawî dibe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye