Qeterê vekirina bi temamî ya rêya Tengava Hurmizê ragihand

Di nava aloziyên li Tengava Hurmizê de, Qeterê vekirina bi temamî ya rêya avê li hember keştiyan ragihand.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di pêşketineke nû de, Qeterê ragihand ku rêya avê bi temamî hate vekirin.

Wezareta Veguhestinê ya Qeterê di daxuyaniyekê de ragihand ku çalakiyên deryayî dê 5’ê tîrmehê, ji nû ve dest pê bikin.

Di heman demê de, Wezaretê banga pabendbûna bi rêzikname û rênimayên deryayî yên derbasdar kir.

Her wiha girîngiya misogerkirina hebûna hemî alavên ewlehiyê yên pêwîst berî û di dema rêwîtiyan de tekez kir, da ku asta herî bilind a ewlehiyê ji bo hemî rêwîtiyan were garantîkirin.

Beriya niha jî, Wezareta Veguhestinê ya Qeterê di 29’ê hezîranê de, ji bo hemî cureyên keştiyên deryayî rawestandina demkî ragihand.

Aloziyên li Tengava Hurmizê berdewam in

Li hember vê, tevî lihevkirina Amerîka û Îranê ya ku di nîvê Hezîranê de hate ragihandin, geştyariya li Tengava Hurmizê hîn jî bi pirsgirêkan re rûbirû ye.

Agahiyên dawî yên geştyariya li Tengava Hurmizê nîşan dan ku hejmarek tankerên petrolê û keştiyên barhilgir dema ku ji kendavê derketin, rêça xwe guherandine û hin keştî jî ber bi rêyeke nêzîkî peravên Îranê ve çûn.

Ev pêşketin nîşan didin ku li ser birêvebirina trafîka deryayî ya li tengavê nakokî berdewam e.

Tehran israr dike ku keştî li gorî rêyên ku ew destnîşan dike tev bigerin, di heman demê de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê piştgiriya derbasbûna keştiyan li peravên Umanê berdewam dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye