Li Xezeyê ji ber bahoza byronê 14 kes mirin

Li Xezeyê kampên koçberiyê ji ber lehiyê di bin avê de mane. Di encama lehiyê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Xezeyê ji ber şer bi hezaran malbat bi cih û war man.

Malbat neçar mane berê xwe bidin kampan û li wir bijîn.

Vê carê jî li herêmê bahozeke dijwar pêk hat û bû sebeb malbat kampan de asê bimînin.

Wezarata tenduristiyê ya Xezeyê ragihand, Bahoza Byronê li seranserê Xezeyê derbas bû.

Di encamê de 14 Filistînîyên ku di nav wan de zarok jî hene, jiyana xwe ji dest dan.

 

Li bakurê Xezeyê 5 kes di bin xaniyekê de mirin

 

Wezaretê destnîşan kir ku li bakurê Xezeyê ji ber bahozê xaniyek hilweşiya  û 5 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li taxa Remal a bajarê Xezeyê ji ber hilweşîna dîwarekî li ser konan 2 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha li kampa penaberan a Şatî ji ber hilweşîna avahiyekê kesek din jiyana xwe ji dest da.

Li el-Mewasiyê pitikek nû ji ber sermayê mir.

Li Xan Yûnisê, zarokekê temenê wî 8 mehî bû, ji ber baranê di bin avê de ma û jiyana xwe ji dest da.

 

Piraniya nifûsa Xezeyê niha bêmal e

 

Tê payîn ku ger li Xezeyê baran û lehî bi vî awayî bidomin, wê gefê li ser 850 hezar kesan çêbike.

Malbatên koçber ên di kampan de dijîn gotin:

“Ji ber bayê kon hildiweşin.

Serma nayê tehemûlkirin û em nikarin biçin cihekî.

Mala me hemû ji ber şer hatine hilweşandin.

Tiştê ku diqewime wêranker e.”

 

Tîmên awarte ya Xezeyê zêdetirî 4 hezar bangan wergirtine

 

Her wekî din li Xezeyê di 24 seatên dawî de, ji ber bayê dijwar 10 xanî hilweşiyan.

Tîmên parastina sivîl dibêjin ku wan li Bîr an-Naja termê kesekî û du zarokên birîndar ji bin kavilên xanîyan derxistine.

Wezareta Karên Hundir da xuyakirin ku tîmên awarte ji destpêka bahozê ve zêdetirî 4 hezar û 300 bangên awarte wergirtine.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye