Wezareta DYA : Em ti êrîşan li ser berjewendiyên xwe qebûl nakin

Piştî êrîşên li ser berjewendiyên DYA'yê yên li Îraqê DYA'yê ji Îraqê xwest ku komên milîsê yên ku alîgirê Îranê ne, ji holê rake. Her wiha daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya DYA'yê got ku wê ti êrîşan li ser berjewendiyên xwe qebûl neke."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Karên Derve ya DYA'yê ragihand ku ji bo êrîşên milîsên alîgirê Îranê yên li ser berjewendiyên DYA'yê yên li Îraqê şermezar bike, bang li Sefîrê Bilind ê Îraqê yê li Washingtonê kiriye.

 

Berdevkê wezaretê daxuyanî li ser mijarê da û diyar kir ku wê êrîşên li ser berjewendiyên DYA'yê qebûl nekin.

 

Di daxuyaniyê de hate gotin ku DYAyê wê ti êrîşan li ser berjewendiyên xwe qebûl neke."

 

DYA'yê ji Hikumeta Îraqê xwest ku li hemberî milîsan gavên pêwîst biavêje

 

DYA'yê ji hikumeta Îraqê xwest ku li hemberî milîsên alîgirê Îranê yên li Îraqê tavilê bikeve nava liv û tevgerê û ji bo rakirina van gavên pêwîst biavêje.

 

Wezaretê zêde kir ku Landau hewldanên hêzên ewlehiyê yên Îraqê ji bo çareserkirina van pêşketinan qebûl dike, lê tekez li ser "têkçûna hikûmeta Îraqê di pêşîgirtina li van êrîşan de" kir.

 

Her wiha Karbidestên tenduristiyê yên Îraqî dibêjin ku ji destpêka şerê li dijî Îranê ve bi dehan kes li welêt hatine kuştin.

 

Di nav kuştiyan de sivîl, endamên Hêzên Heşd Şebî yên Şîe, şervanên Pêşmerge yên Kurd ên hevalbendên DYA'yê û endamên polîs û artêşê hene.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye