Îngilistan û Norweçê di çaryekfînala Kûpaya Cîhanê de werin beramberî hev.
Lîstikvanê tîma neteweyî ya Îngilîstanê Harry Kane diyar kir ku maça li dijî Norweçê di asta xwe ya herî baş de be û got.
Em li dijî tîmek pir baş diçin ku di salên dawî de xwe îspat kiriye ku ew çiqas xeterin.
Bê guman,tîma Norweçê Kûpaya Cîhanê ya mezin derbas dikin.
Ez wekî lîstikvan rêzdariyek pir mezin didim Erling Haaland.
Harry Kane behsa serkeftina wan a 3-2 li hemberî Meksîkayê di tûra 16'an de kir û got:
Em piştî serkeftinek pir baş hatin vir, lê hîn jî deverên me hene ku em baştir bikin.
Ez difikirim ku dem hatiye ku em vê yekê nîşan bidin.
Em dixwazin nîşan bidin ku em dikarin li ser asta cîhanê bibin tîma herî baş.
Harry Kane: Dixwazim bi Îngilistanê re Kûpaya Cîhanê qezenc bikim
Futbolîstê xwedî ezmûn di berdewamiya axaftinê xwede bersiva pirsek li ser pêşbirka Pêlava zêrîn da û got.
Tûrnûveya Kûpaya Cîhanê cihekî bêhempa ye.
Hemû êrîşkarên herî baş, golkarên herî baş, gol avêtin, bandor li ser rêza maçan dikin.
Ji ber vê yekê ez difikirim ku alîgir û medya ji temaşekirina wan kêfxweş dibin.
Bi nerîna min Kûpa cîhanê pêşbirkeke herî mezine.
Bê guman, armanca min a sereke ne tenê pêlava zerîne ez dixwzim bi Îngilistanê re Kûpaya Cîhanê qezenc bikim.